• Nûçeyên roja Înî 19 06 2026
    Jun 19 2026
    Di vê bûletene de: Pizîşkekî zarokan ji Perth bi dehan sûcên destdirêjiyên li zarokan rû bi rû dibe... Amerîka û Iran paymana derbarê vekirina Tengava Hurmûzê imze dikin... Socceroos xwe ji bo rûbirûbûna bi Amerîka re amade dikin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Show More Show Less
    6 mins
  • Nuçeyên roja Pêncşemê 18 06 2026
    Jun 18 2026
    Di vê bûletene de: Hukûmet îstîsnayên nû ji bo reformên baca qezencên Sermayeyê - capital gains tax radigihîne… Peymana nû ya DYA û Îranê li ser aşti û derbasbûna keştiyan… Û di werzîşê de, Dronek li ser danişîna perwerdeya dawîn a Kûpaya Cîhanê ya Koreya Başûr hatibû dîtin, ji aliyê Meksîkê ve hate desteserkirin. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Show More Show Less
    10 mins
  • "I feel at home in Armidale, I can't express their kindness" - "Ez li Armidale wek ku ez li welatê xwe me hest dikim, qenciya wê geleke”
    Jun 18 2026
    As part of Refugee Week 2026, we speak with A'mera Ali — a young Yazidi woman, refugee advocate, writer, and law student living in Armidale. After surviving the ISIS genocide in 2014, A'mera and 23 members of her family were captured by ISIS when she was just 10 years old. She remained in captivity for almost a year. Today, A'mera has rebuilt her life in Australia and is advocating for refugee rights, justice for survivors, and greater awareness of the Yazidi community. - Wekî beşek ji Hefteya Penaberan 2026, emê bi Amîre Elî re biaxivin - keçeke ku ji cînosayda DAIŞ rizgar bû ye, parêzvana penaberan e, nivîskar û xwendekara hiqûqê ku li Armidale dijî. Piştî cînosayda Di 2014an de bi temenê 10 salî ew û 23 kes ji malbata wê DAIŞê ew girtin. Pitî nêzîkî salekê rizgar bû, Amîre jiyana xwe li Australya ji nû ve ava dike û nuha ji bo mafên penaberan, edaleta ji bo rizgarbûyan û hişyariya li ser civaka Êzîdî parêzvaniyê dike. Îro, ew mêvana SBS Kurdiye da ku çîroka xwe bi me re pareve bike,
    Show More Show Less
    14 mins
  • Serokwezîr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Tom Barrack civiyan
    Jun 18 2026
    Serokwezîr Mesrûr Barzani spasiya Tom Barrack Nûnerê Taybet yê DYA bo hevkarîya Amerîka û piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê kir. Herdu alî li ser girîngiya ji nû ve aktîvkirina Parlamena Kurdistanê, avakirina kabîneya nû ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem bidawîanîna rewşa siyasî li hev kirin. Her weha raport behsa parastina maf û pêkvejiyana olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê ku neteweyên cuda bi awayekî azad tê de dijîn.
    Show More Show Less
    9 mins
  • Nûçeyên roja Çarşemê 17/06/2026
    Jun 17 2026
    Di vê bûletenê de: Ji qezayên trafîkê bêtir Australî ji ber bikaranîna madeya hoşber dimirin... DFAT hişyariyên rêwîtiyê ji bo hin welatên Rojhilata Navîn sivik dike. Û di Kûpa Cîhanê de, Fransa û Norwêc kampaynên xwe bi serkeftinan dest pê kirirn. Ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Show More Show Less
    6 mins
  • "Australya dizanibû ku parastina tîmê Tirkiyê gelekî lawaz e”
    Jun 17 2026
    Kûpa Cîhanê ya futbolê ya FIFA’yê di 11’ê Hezîranê de dest pê kir. Tirkiyê jî bi tîma xwe yê neteweyî beşdarî tornemêntê bû. Maça yekem a Tirkiyê li dijî tîmê Australya hate lîstin. Her çiqas e ku Tirkiyê ji xwe pir bawer bû, di dawiyê de têk çû.
    Show More Show Less
    8 mins
  • Kûpa Cîhanê ya Rojane: Şoka Kûpa Cîhanê, Spanya ji hêla tîmê nû Cabo Verde ve tê girtin
    Jun 16 2026
    Yekem şoka mezin a Kûpa Cîhanê hat, Spanya, ku di pêşbirkê de serketî bû, û tîmê nû yê Kûpa Cîhanê Cabo Verde wekhev man. Û ev ne tenê encama bêmaf a roja 5emîn bû, her sê maç jî bi wekhevî bi dawî bûn.
    Show More Show Less
    5 mins
  • Bernameya SBS Kurdî: çîrok, hevpeyvîn û raport hene
    Jun 16 2026
    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 11/06/2026 e rengîn û balkêş bike. Hevpeyvîn, nûçe, raportên ji Hewlêr û Amedê, beşê şeşemîn ji podcasta Gerek di nav Australya de ku îro li ser bajarê Hobart e û gelek babetên din yên cur bi cur di naveroka bernameyê de tên dîtin.
    Show More Show Less
    57 mins